ROJA YEKEMÎN A ASTANA BI DAWÎ BÛ.. MIJARA IDLIBÊ KRÎZEK DI CIVÎNÊ DE DER XIST

Civînên roja yekemîn a toreya 11’emîn a Astanayê bi dawî bû.

Li gorî çavkaniyên ji civînê, nakokî û krîzeke mezin di navbera beşdaran de çêbû.

Mijara herî zêde bû cihê nîqaşê û krîzek di civînê de derxist, mijara Idlibê bû.

Li ser avakirina herêmeke tampon li Idlibê, nakokî di navbera aliyên beşdar de derketin.

Lê piştî gelek mudaxeleyan, Rûsyayê diyar kir ku eger çete êrîş bikin, mafê Rûsya heye ku nuqteyên wan topbaran û bombebaran bike.

Li vir careke din dewleta Tirk ji bo parastina çeteyên xwe li Idlibê, dem xwest..

Lê xuyabû, ev xwesteka dewleta Tirk rastî gelek nerazîbûnên aliyan hat.

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku di mijara komîteya destûrê de negihan serî û mijara destûrê heta civîna sala 2019 hat paşxistin.

Di roja duyemîn a civînê de jî mijara penaberan û girtiyên siyasî di rojeva nîqaşê de ne.

Leave a Reply

Back to top button