
Komkara Sûdan a Başûr bi armanca ku dawî li şerê navxweyî bîne hikumeta xwe ya nû ragihand.
Serokkomarê Sûdan a Başûr Salva Kîîr bi Alîkarê Serokkomar Rîek Machar re hikumeta yekîtiya neteweyî ava kir.
Hikumeta yekîtiya neteweyî di 22’ê Sibatê de li paytexta Sûdan a Başûr Cûbayê hat ragihandin.
Piştî danûstandinên ku bi hefteyan dewam kirin, desteya wezîran a hikumeta nû hat avakirin.
Kîîr û Machar ji sala 2011’an dema ragihandina serxwebûna welêt û vir ve cara sêyemîn e ku welêt bi hev re bi rê ve dibin.
Avabûna hikumeta yekîtiya neteweyî xala sereke ya peymana aştiyê ya sala 2018’an bû.
Sûdan a Başûr ku di encama zexta DYA’yê de serxwebûna xwe ragihand, piştî wê di demek kurta di Kanûna 2013’an de kete nava şerê navxweyî.