DI 1 KANÛNÊ DE TRUMP Û PUTIN ALOZIYA XWE GUFTÛGO DIKIN

Qesra serokatiya Rûsyayê ango Kremlen, ragihand ku wê serokê Rûsyayê Valdimir Putin û hempîşeyê wî yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Donlad Trump dawîkirina aloziya di navbera welatên wan de goftûgo bikin.

Alîkarê serokê Rûsyayê Yûrî Oşakov got ku wê Putin û Trump li Arjentînê bêne gel hev.

Oşakov diyar kir ku wê hevdîtina wan se’etekê bidome û ew ê tê de aloziya ku vê dawiyê di navbera herdu welatan de derketî, goftûgo bikin.

Yûrî Oşakov destnîşan kir ku Mosko dixwaze ku Washington riyên diplomasî bi Moskoyê re veke.

Her wiha wê her du lîder mijara aramiya stratejîk û vekişîna Emerîkayê ji hevpeymana nuklerî jî gotûbêj bikin.

Oşakov di dawiya axaftina xwe de ji rojnamevanan re got ku wê aloziya Sûrî û Koriya Bakur jî bibe rojeva civîna Putin û Trump.

Leave a Reply

Back to top button