Vîrûsa corona ji futbolê heta sînema û tevahî aboriya cihanê bandor kir

Vîrûsa Corona derbek xurt li aborî û beşên din yên civakî jî da.

Ji futbolê bigre heta, basket û di beşa sînama de jî bandoreke xwe ya zêde kiriye.

Corona êdî bûye derdê hevpar yê hemû cîhanê.

Cîhan ji ber rewşa aborî bifikare.

 

 

Vîrûsa Corona ku li cihanê belav dibe, tevgera bazirganiyê jî ji hev xist.

Ji ber vîrûsê, di asta cihanê de nerehetiyek mezin xwe da ye der.

Welatên ku li heberî hev, dinava şer û aloziyan de bûn, vîrûsê wisan li wan kir ku destê xwe li derî hev bidin û alîkariyê biwazin.

Îran ku bi ti şertî nêzîkbûna bi Amerîka re nedipejirand, ji ber vîrûs û bêçaretiya xwe berê xwe da banka cîhanî û daxwaza alîkariyê kir.

Serokê DYA Donald Trump jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ji bo 30 rojan geştên ji bo Ewropa werin rawestandin.

Vê yekê hişt ku welatên Ewropa bertek nîşan bidin.

Ewropa ev yek weke derbeke aboriyê binav kir.

 

Banka giştî ya cihanî jî ragihand ku ji ber panîka vîrûsê ewê tenê di temaşkirinê de nemînin û wê tedbîrên pêwist bigrin.

Li Îspanya jî piştî diyarûbna vîrûsê li Wezîrê Gelên Wekhev Irene Montero hemû xebatkar di kontrola vîrûsê re tên derbaskirin.

Rojnameya Wall Street jî ragihand ku di borsa ango cihê guherînê de ji sedî 7 û di borsayên Londra de ji sedî 5,7 daketin çêbûye.

Li tirkiye jî piştî vîrûsê di aboriyê de daketin çêbû.

Li Borsa Stenbolê ji sedî 4,3 şikestin pêk hat.

 

Corona bandora xwe di sporê de jî nîşan da.

Real Madrîd – Juventus dibin çavdêriyê de ne, Lîga Îspanya hat paşxistin.

Rêveberên Lîga Premier a Ingiltere jî daxwaza civîneke awerte ji 20 tîmên fotboolê kir û rêveberên tîman jî daxwaza rawestandina lîstikan kir.

 

Yekgirtina Federasyona Futbola Ewropa UEFA ragihand ku maçên lîgên Ewropa û Champions lîg yên di hefteya pêşiya me de hatine paşxistin.

Leyîstikvanê cihanê yê herî binav û deng C. Ronaldo jî li mala xwe, xwe xist bin çavdêriya vîrûsê.

 

Vîrûs di beşa Sînema de jî xwe da hîskirin.

Leyîstikvanê binavûdeng yê cihanê Tom Hanks û hevjîna wî Rita Wilson jî dema li Awusturya film amade dikirin, vîrûs derbasî wan bû.

Leyîstikvanan jî ev yek piştrast kirin.

Back to top button