Kongra Star koperatîfên çandiniyê pêşkêş dike

Kongra Star bi riya kooperatîfên çandiniyê hewl dide rola jinan a di aliyê aborî de xurt bike.

Di vê çarçoveyê de kongrê ji jinên li bajarokê Tobez ê navçeya Amûdê re zeviyên gundekî pêşkêş kir.

Endama rêveber a Kooperatîfa Çandiniyê ya bajarok Mehe Zoro diyar kir ku armanc ji vê kooperatîfê rêxistinkirina jinan e.

 

Kooperatîf li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke girîng di pêşxistina aboriya herêmê û afirandina karê komî yê hevgirtî di navbera endamên civakê de dilîzin.

Komîteya Aboriya Jinan a Kongreya Star kooperatîfên çandiniyê yên jin li herêma Cizîrê dişopîne.

Kongr girîngiyê dide jinên ku derfetên wan sînordar in da ku tevli koopratîfê bibin.

Bi vê yekê Kongr hewl dide destekê bide jinan û derfetên kar ji wan re peyda bikin.

Endama rêveber a Kooperatîfa Çandiniyê ya bajarokê Tobez ê navçeya Amûdê Meha Zoro diyar kir ku komîteya Aborî ji wan re zeviyên gundê Çewdara pêşkêş kirin.

 

Di koparatîfê de 10 jin hevparin.

2 jin ji malbatên şehîdan, 3 ji malbatên ku qûta wan sînordar e û 5 jinên bêkes in.

Li herêma Cizîrê 16 kooperatîfên çandiniyê yên taybet ên jinan hene.

Tê de 409 jin hevpar in, di wan kooperatîfan de genim, ceh û baqûlî têne çandin.

Back to top button