KCK: 12’ê Adarê rojeke zext, zilm û komkujî hatiye kirin e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê balkişand li ser roja 12’ê Adarê û diyar kir ku di dîroka Kurdistan û Tirkiyê de rojeke ku zext, zilm û komkujî lê hatiye kirin e. KCK’ê dest nîşan kir ku yên di komkujiyan de şehîd bûne wê di têkoşîna azadiyê de bijîn û ewê gora hêzên mêtinger, qirker û hevkarên wan bikolin.

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 12’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê bal kişand ser komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyê û diyar kir ku 12’ê Adarê di dîroka Kurdistan û Tirkiyê de rojeke ku zext, zilm û komkujî lê hatiye kirin e.

KCK’ê diyar kir ku contaya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an êrîşeke li dijî hesret û daxwaza azadî û demokrasiyê di serî de ya ciwan û gelê me ye.

“Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ji ber ku qala dostanî û yekîtiya gelê Kurd û Tirk kirin hatin darvekirin. Dijminahiyta dewleta Tirk a li dijî ciwanên şoreşger di serî de naskirina hebûna Kurdan û daxwazên wan ên azadiyê bû.”

KCK: Ciwanên kurd di komkujiya qamişlo de kareketerê şoreşgerî nîşan dan

KCK’ê şehîdên komkujiya 12’ê Adarê ya li Qamişlo jî bîr anî û got:

Rejîma Sûriyê 12’ê Adara 2004’ê li lîstika futbolê li dijî Kurdan komkujî pêk anî.

Ciwanên Kurd jî karekterê xwe yê şoreşgerî nîşan dan.

Derbasbûna Şoreşa Rojava ya Kobanê û dîsa li dijî êrîşên dewletê ya sala 2004’an rabûna gelê Kobanê ya serhildanê bandora wê mezin bûye.

KCK: Wê şehîdên komkujiyan di têkoşîna me de bijîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniya xwe bi vê sozê bi dawî kir:

” Hêzên mêtinger, qirker û hevkarên wan her çiqas ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê komkujiyan bikin bila bikin, wê tim yên di komkujiyan de şehîd bûne, di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de bijîn û wê gora van hêzan bên kolandin.”

Back to top button
Close
Close