Ciwanên Rojava li Qamişlo komcivînek li dar xist

Bi slogana “Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî ye” Meclisa Ciwanên Kurd komxebatek li dar xist. Komxebat li bajarê Qamişlo bi beşdariya 150 delegeyî hat li darxistin. Di komcivînê de hat diyarkirin ku sedema neyekrêziya Kurdî vedigere bercewendiyên partiyên kurdî.

Ji bo Yekitiya navnetewî Meclisa Ciwanên Kurd komxebatek bi silogana “Yekrêziya Ciwanên Kurd, Bingeha Yekitiya Kurdî ye” li dar xist.

Komxebat li zanîngeha rojava ya bajarê Qamişlo bi amadebûna 150 nûnerên ji rêxistinên siyasî yên ciwanan, endamên Kongreya Netewî ya Kurdistanê – Rojava (KNK) pêk hat.

Rêveberên ENKS’ê jî ji bo panelê hatinbûn vexwendin, lê beşdar nebûn.

Di komxebatê de endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Rojava Ebîr Hesaf axivî.

 

Dîwana komxebat ji encumena ciwanên kurdî Mihemed Ehmê, Adil Feraşîn û Rojîn Mihemed pêk hat.

Di komxebatê de li ser girîngiya yekrêziya Kurdî, astengiyên wê û çareseriya wê hatin nîqaşkirin.

Beşdarên komxebatê diyar kirin ku sedema neyekrêziya kurdî vedigere, Partiyê kurdî ku bercewendiyên xwe yên şexsî li ser berjewendiyên giştî re dibînin.

Her wiha hate teqez kirin ku divê ciwan ji her çar beşên Kurdistanê bibin yek da ku li hember van partiyan bisekinin.

Beşdarên komxebatê bang li hemû ciwanan kirin ku ji bo yekrêziya Kurdî têkevin nava xebatê de.

Tê payîn ku komxebat wê bi encamnameyê bi dawî bibe.

Back to top button