Ji ber Vîrûsa Corona Rejîma sûrî ji 14’ê Adarê heta 2’ê Nîsanê kir betlane

Ji ber vîrûsa Coronayê Rejîma Sûrî ragihand ku wê 14’ê Adarê heta 2’ê Nîsanê dibistan, zanîngeh û peymangeh bikevin betlaneyê.

 

Têkildarî mijarê rejîmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin :

“Ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê li ser asta cîhanê û ji bo parastina tenduristiyan biryar hate dayîn ku zanîngeh, dibistan, peymangehên teknîkî yên giştî û taybetî yên hemî wezaret û saziyên bikevin betlanyeê de..

Li gorî biryara rejîmê wê betlane ji 14’ê Adarê heta 2’ê Nîsanê be.

Beriya niha jî rejîmê ji ber metirsiya vîrûsê, deriyên sînorî bi welatên weke Urdinê re girtibûn.

Back to top button