Sabrî Ok: Mêtingeriya sed salî di pêvajoya tasfiyebûnê de ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyarkir ku tasfiyeya faşîzma Erdogan wê bibe tasfiyeya mêtingeriya sed salî û got: ”Belkî jî ev şerê me yê dawî yê li gel dewleta Tirk a dagirker be.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di beşa duyemîn a hevdîtina bi Ajansa AFF’ê re aloziya Sûriyê û berxwedana gelê kurd û tevgera azadiyê nirxand.

Sabrî Ok da zanîn ku bihara rasteqîn a gelên Rojhilata Navîn bi tesfiyebûna faşîzma Erdogan, tasfiyebûna netewdewlet û desthilata wan wê pêk were û niha wê pêvajoyê dest pê kiriye.

Sabrî Ok diyar kir faşîzma Erdogan ku temsîla hişmendiya mêtinger dike, hebûn û dahata xwe li ser çokşikandina Kurdan û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ava kiriye.

Ok ragihand ku niha AKP’ê derbasî qonaxek kirîtîk bûye ku nikare jê gavan paş ve bavêj e û got:

Erdogan niha di pêvajoya şikandinê de ye, tiştê li ser erdê vê yekê teqez dike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku di têkoşîna me ya 45 salî de dibe şerê me bi dewleta tirk re yê dawî be.

 Sabrî Ok: Divê Rêvebriya Xweser û Şam zûtirîn dem de li gel hev rûnên

Sabrî Ok bal kişande ser rewşa Sûriyê jî û diyar kir ku çareseriya herî demokratîk, rast û hêsan ew e ku di navbera Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şamê de di zûtirîn demê de pêvajoya muzakereya çareseriyê ya mayinde were dest pê kirin.

 Sabrî Ok: Divê Rusya gotina wêdetir divê bi rastî ji bo çareseriyê rolakî rabe

Sabirî Ok siyaseta Rêjîma Sûriyê û Rûsya rexne kir û got:

Divê Rêjîma Sûriyê berî niha bi 9 salan tevnegere û mafê her kesî di destûra xwe de biparêz e, divê Rûsya jî bi rola xwe rabe.

Dive aloziya Sûriyê li hundir were çareserkirin ji ber vê yekê divê civînên çareseriyê ne li Cinêvê werin li darxistin berovajî wê divê li Şamê bin.

Sabrî Ok: Dye û hêzên Koalîsyonê ji bo ji bo aloziya Sûriyê helwestekî baş nîşan nadin

Herwiha Sabrî ok ji bo çareseriya aloziya Sûriyê helwesta DYE û Hêzên Koalîsyonê jî nirxand û wiha bi dawî kir:

Pir balkêş e ku DYE û hêzên Koalîsyonê ji bo Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji hêla siyasî ve ti helwesteke baş nîşan nadin, ev jî cihê rexnê, ji ber vê yekê divê Kurd û Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi mîsogerî niha van hemû rewşan dinirxînin.

Back to top button