Ji Bo Şandina çeteyan ber bi Lîbyayê dewleta Tirk bi dehan çeteyên girtî berdan

Dewleta tirk a dagirker ji bo çeteyan bişîne Lîbyayê, bi dehan çeteyên ku li Efrînê girtî bûn, berdan.

Li gorî aghiyan duh beşa sêyemîn ji çeteyên Siltan Murad ku li Efrînê girtî bûn hatin berdan.

Ji çeteyên hatine berdan,çeteyê ku sivîlê bi navê Ednan Reşîd Emîr kuştibû yî.

Li gorî agahiyên herêmê kesên hatine berdan wê dewleta tirk wan bişîne Lîbyayê da ku piştgiriya Hikumeta Wîfaqê bikin.

Tevî berdan serçeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Yezen El-Şamî yê ku li Rayî girtî bû, her wiha hejmarek kes li bajarê Bab, Ezaz û Cerablusê hatin berdan.

Back to top button