Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li pêş vîrûsa coronayê daxuyaniyek da û çend biryar girtin.
Biryarên Rêveberiyê girtine ev in:
Tevahî kombûn li bakur û rojhilatê Sûriyê tên rawestandin.
Dibistan, zanîngeh û peymangeh ji bo mamoste û xwendekaran, ji 14’ê Adarê heta demeke ne diyar dikevin betlaneyê.
Ji bilî welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê nabe ti kes di deriyên sînorî re derbas bibe û ji bo derbasbûna wan roja sêşemê ji her hefteyê tê destnîşankirin.
Deriyê Sêmalka li gor biryara jimar 15 ya dîroka 27-2-2020 di dema niha de karê xwe dewam dike.
Deriyên sînorî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara hevserokatiya meclisa rêveber, tên vekirin.