KNK: Li gorî hişyariyan tevbigerin heta ev xeterî derbas bibe

Komîsyona Xwezayê ya KNK’ê têkildarî vîrûsa Corona ji welatiyan xwest ku li benda dagirkeran nemînin û piştgiriya hev bikin. HDP’ê jî banga berdana girtiyan kir û hişyarî da ku eger tiştek biçûk jî çêbe wê hikumetê berpirsiyar werin girtin. Ji ber metirsiya belavbûna Koronayê Meclisa Mexmûrê jî banga bidawîkirina ambargoya li ser wargehê kir.

Komîsyona Xwezayê ya KNK’ê têkildarî vîrûsa Corona ji welatiyan xwest ku li benda dagirkeran nemînin û piştgiriya hev bikin.

Komîsyonê destnîşan kir ku divê welatî li gorî hişyariyên saziyên tenduristiyê tevbigerin.

KNK’ê bang li gel kir heta ev qonax debas dibe, tedbîran li ber çavan bigrin.

HDP: Divê girtî werin berdan

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umîd Dede jî bi daxuyaniyekê çapemeniyê balkişand ser metirsiya vîrûsê.

HDP’ê îşaret bi metirsiya belavbûna vîrûsê li girtîgehan kir û ev bang li Wezareta Dadê kir:

Divê girtiyên nexweş û temen mezin werin berdan û cezayên wan werin taloqkirin.

HDP’ê xwest li pêşiya serbest berdanê were vekirin û standartên navneteweyî werin pêk anîn.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umîd Dede bi domdarî got, eger tiştek biçûk bibe wê rayedarên hikumetê berpirsiyar werin girtin.

Meclisa Mexmûrê: Divê ambargo rabe

Bi heman armancê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê daxuyaniyek da û banga bidawîkirina ambargoya ku nêzî 9 meh in dewam dike kir.

Meclîsê bang li hikûmeta navendî ya Iraqê, herêma başûrê Kurdistanê, saziyên mafê mirovan û saziyên tenduristî kir ku ji bo rewşa wargehê bi hestyarî tevbigerin.

Tevgera Azadî: Ji bo parastina welatiyan hemû çalakî seknîn

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî ji ber xeteriya vîrûsê û parastina tenduristiya welatiyan hemû çalakî û pîrozbahiyên Newrozê û xebatên rêxistinî yên komî rawestand.

Tevgera Azadî daxwazê ji alîgir û welatiyan jî kir li gorî hişyariyan tevbigerin.

‘Wê tenê wêne û posterên komkujiya heelbçe werin daleqandin’

Ji ber tedîbêrên pêwist yên li hember vîrûsê şêwazê merasîma bîranîna şehîdn kîmyabarana Helebçe jî hat guhertin.

Li cihê merasîma girseyî, wê wêneyên şehîdan li nava bajar bên daliqandin.

Back to top button