Asta belavbûna virûsê li Çînê kêm dibe û li Cîhanê zêde dibe

Li Çîna ku weke jêdera vîrûsa Corona ye agahiyên baş tên. Lê her çiqas Çînê kariye li hemberî vîrûsê têbikoşe û rêjeya qurbanan kêm bike jî lê vîrûs hîna yekem metrisya tevahî cihanê ye. Heta niha vîrûsê nêzî 6 hezar qurbanî li pey xwe hiştiye. Bi taybet Îran û Îtalya ji ber vîrûsê dinalin.

Virûsa Corona di dawiya 2019’an li Wuhan a Çînê hat dîtin û li cîhanê belav bû.

Di demeke ku virûsa corona li jêdera xwe Çînê kêm dibe, li welatên din ên cîhanê bi lez belav dibe.

Li Çînê îro 11 rewşên nû hatin tesbîtkirin û 13 kes jî mirin, her wiha hezar û 430 kes jî rehet bûn.

Bi giştî li welat 65 hezar kes ji nexweşiyê rihet bûne.

Rejîma Sûriyê ku hemû dibistan, zanîngeh û peymangeh heta 2’ê Nîsanê xistin betlaneyê, heta niha jî dibêje ku li Sûriyê ti rewş nehatine tesbîtkirin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê idia kir ku jimara kesên ku bi virûsê ketine li herêmên rejîma Sûriyê, gihîştine 113 kesî.

Malpera Efîrîn post jî ragihand ku di nexwexaneya şehîd Ferzenda ya leşkerî li Efrînê, pêketina du kesan bi vîrûsê hatiye kontorlkirin û li nexweşxaneyên Tirkiyê hatine şandin.

Li gorî malpera Efîrîn post li herêma Babê ya dagirkirî jî vîrûsa Corona belav bûye, lê dewleta Trik van rewşan vedişêre.

Li Îranê jî hîna virûs bi xurtî belav dibe.

Di 24 saetên dawî de hezar û 365 kesên din bi Virusê ketin û 97 kesên jî, mirin.

Li welat jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 611 kesan.

Li Başûrê Kurdistanê jî heta niha tenê 28 kes bi virûsê ketine.

Li Tirkiyê jî hat raghandin ku jimara kesên bi virûsê ketine derket 5’an.

Derbarê mijarê de li Stenbolê 9 saziyan, daxuyaniyek hevpar dan û xwestin ku li girtîgehan tedbîrên pêwîst werin girtin.

Li Amerîkayê heta niha 50 kes mirine.

Ji ber metirsiya belavbûna virûsê Serokê wê D. Trump rewşa awarte ragihandiye û veqetandina 4 milyar dolarî ji bo pêşîgirtina vîrûsê ragihand.

Vîrûsa Corona
Rêxistina Tenduristiyê: Nergîle xeteriya Corona zêde dike

Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku kişandina nergilê xeteriya nexweşiya bi virûsa corona zêde dike.

J ber ku nergile bergiriya laş ya li hemberî nexweşiyê lewaz dike û bi vê yekê xeterî zêde dibe.

Li Îtalyayê jî zêdeyî hezar û 440 kesî bi vîrûsê mirine û nêzî 18 hezarî jî pê ketine.

Ji bo alîkariyê ekîbek tenduristiyê ya Çînî tevî derman û pêwîstiyên tenduristiyê, gihaşt Italiya.

Piştî Wûhanê li Îngîlterê jî, di zaroka nû hat dinê de vîrûsa korona hat tespîtkirin.

Li Afrîka ku xwedî sîstemeke tenduristiyê ya pir lewaz e jî, virûs belav dibe.

Herî dawî virûs li Danîmarka, Riwanda û Namîbiya jî, hat dîtin.

Ji ber virûsê heta niha li tevahiya cîhanê nêzî 154 hezar bi vîrûsê ketine, nêzî 6 hezarî mirine û nêzî 73 hezar jî ji nexweşiyê sax bûn.

Back to top button