JI BO GUVEN LI 6 BAJARAN WÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÊ DESTPÊKIRIN

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan destpêkirî di roja 22’an de ye.

Piştevaniya bi çalakiyê re jî her ku diçe xurtir dibe.

Vê carê jî li 6 bajaran 3 rojan greva birçîbûnê wê dest pê bike.

Welatî û rêveberên HDP’ê li Amed, Riha, Colemêrg, Wan û Edeneyê jî bo piştevaniya Guven 2 roj ketibûn greva birçîbûnê.

Piştî çalakiya du rojan hatibû ragihandin ger tecrîd neyê rakirin wê bê navber çalakî dewam bikin.

Lê li gel van daxwazan jî heta niha di aliyê dewletê de ji bo vê mijarê tu gav nehatin avêtin.

Ji bo piştgirtiya çalakiyê wê di 3, 4 û 5’ê Kanûnê de li Stenbol, Enqereyê û Mêrsînê ku di nav de parlamenterên HDP’ê jî hebin û di 7, 8 û 9’ê kanûnê de li Mêrdîn, Şirnex û Mûşê 3 roj çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin.

Leave a Reply

Back to top button