Ji ber vîrûsa Corona deriyê Sêmalkayê heta demek ne diyar bi temamî tê girtin

Ji bo parastina ji vîrûsa Coronayê Deriyê Sêmalka heya demek ne diyar bi temamî tê girtin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka derbarê girtina derî daxuyanî da.

Di Daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji dîroka îro anku 14’ê Adarê derî bi temamî li hember çûnûhatinê tê girtin.

Rêveberiyê di daxuyaniyê xwe de diyar kir ku ji bo rêxistinên mirovî wê roja Sêşemê ji her hefteyê deriyê Sêmalkayê bê vekirin.

Her wiha reveberî destnîşan kir ku wê tenê derî ji rewşên awarte û lezgîn re vekirî be.

Back to top button