Vîrûsa Corona kuxikek, rêwiyên balafirekê ditirsîne

Ji ber tirsa ji “vîrûsa corona”, tevliheviyeke mezin di balafirekê de çêbû.

Tirsa wan jî ji wê yekê hat, çend kes bê devpoşk li balafirê siwar bûne û di rûyê xelkê de dikuxin.

Di dîmenekî li ser malperên Civakî belav bûye de, tevliheviya ji ber tirsa ji “vîrûsa corona” bi zelalî derkdive holê.

Li gorî dezgehên ragihandinê, ev balafir girêdayî kompaniya Şerq El-Ewset a Libnanî ye û ji paytexta Siûdiyê Riyad çûye Beyrûta Paytext.

Heman dezgehên ragihandinên dibêjin, ev tirs ji ber hindek kes bêyî devpoşk ketine balafirê û bi zanebûn dikuxiyan.

Ji vî dîmenî derdikeve holê, xeteriya “corona” li cîhanê gihaştiya çi astê û xelk çi qasî jê bitirs in.

Back to top button