Corona tevgera mirovî pûç kir û mal veguherandin navendên çavdêriyê

Corona tevgera mirovî pûç kir û xelk neçarî rûniştina malê kir.. Ji ber tirsa belavbûna zêde ya vîrûsa coronayê, çûnûhatin li seranserî cîhanê hat rawestandin û zêdetirî 156 hezar kes heya niha pê ketine. 

Corona, Çîn derbas kir û bû nexweşiyek cîhanî..

Piştî mirin û tomarakirina bi hezaran kes li sernaserî cîhanê, ev vîrûs giştî tevger pûç kir.

Li Rojhilata Navîn, Amerîka û Ewropa bi hezaran geşt hatin rawestandin û asmanê xwe bi awayekî demkî girtin.

Li welatên Ereban, Îmarat, Sûidiyê, Mexrib, Yemen, Lîbya, Sûriye û gelek welatên din geştên asmanî û bejahî rawestandin.

Ewropa, kêm-zêde nikarîbû xwe li ber vê êşê ragire û Spanya heya 2 hefteyan qedexeya derketinê ragihand.

Ev yek piştî qedexeya giştî ya Îtalyayê tê, ku tevgera li wir ev demek baş bi temamî hatiye pûçkirin û malên xelkê veguherîne navendên çavdêriyê.

Li Almnaya hinek tedbîr hatin girtin û cihên avjeniyê, navendên sînema û werzîşê hatin rawestandin.

Li Brîtanya jî, li gorî hat ragihandin, wê qanûna awarte ya nekombûyînan were sepandin.

Awistrya jî gelek tedbîrên parêzî standin û deriyê hemû dikanên baziganiyê yên ne sereke girtin.

Ji aliyê xwe ve Vatîkanê jî ragihand ku şahiyên Cejna Qiyametê li welêt wê bêyî nimêjkeran biçin serî.

Awistralya jî weke rêkarên parêzî, hemû kesên ji derve hatine dixe jêr çavdêriyê.

Her wekî, rê li ber hatina keştiyên geştyarî jî girt.

Li welatê Arjantîna ya Amerîka Latînî jî, fermî derbasbûna kesên ne welatî hat ragihandin û qedexeya derketinê heya 30 rojî hat sepandin.

Back to top button