KNK: Helebçe êş û birîna mezin a gelê Kurd e

Konseya Rêveber a KNK’ê derbarê salvegera 32. a komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku hîna jî xeteriyên komkujiyan li ser gelê Kurd dewam dikin. Ji bo ku Helebçeyên nû dubare nebin KNK’ê banga yekirina tifaqa hêzên siyasî û hêzên Kurdistanê kir.

Berî 32 salan 16’ê Adara 1988’an, hêzên rejîma baas a Iraqê bi çekên kîmyayî li dijî xelkê Helebçeyê komkujiyek mezin pêk anî.

Di encamê de nêzî 5 hezar zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh şehîd bûn.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî da.

KNK’ê komkujiya Helebçe bi yek ji mezintirîn komkujiyên sedsala 20’an binav kir û got,

Helebçe bû êş û birîneke mezin a gelê Kurd.

KNK’ê bîr xist ku heta niha komkujiyên bi serê gelê Kurd hatine weke jenosîd nehatine naskirin û di dadgehên navdewletî de ne hatine darizandin.

KNK: Xeteriyên komkujiyan dewam dikin, divê Kurd bibin yek

KNK’ê teqez kir ku hîna tehlîkeyên komkujiyan li ser Kurdan derbaz nebûne û ji bo ku Helebçeyên nû çênebin banga yekirina tifaqa navbera hêzên siyasî û hêzên parastina Kurdistanê kir.

KNK’ê bîr xist ku ji nûve avakirin û dermankirina birînên hemî deverên komkujiyan karekî neteweyî, wijdanî û exlaqiye.

KNK: Berxwedana tê kirin deriyên berferehtir vedik

KNK’ê komkujiya Helebçe di aliyê mirovî de weke nasnameya mezlumiyeta Kurdan bi nav kir.

Li kêleka van nasnameyan, berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kiriye. Ev cesaret û berxwedana û dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.

Back to top button