HRE: DI 4 rojan de 10 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efîrnê di nava 4 rojên derbasbûyî de derbên xurt li artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê da.

Hêzên rizgariyê ragihand ku di çalakiyên li herêma Efrîn û Babê de, 10 çete hatine kuştin û 6 çete û leşkerên dewleta tirk jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê di rojên dawiyê de li dijî dagirkeriya dewlet a tirk li herêma Efrîn û Babê çalakiyên xwe zêde kirine.

Hêzên rizgariyê têkildarî çalakiyên ku di navbera 11 û 14’ê Adarê de pêk aniye, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

11’ê Adarê hêzên rizgariyê li gundê Daxlibaş yê Babê çalakiyek sabotajê li dijî çeteyên dewleta tirk lidar xist, 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

12’ê Adarê hêzên rizgariyê li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ji bo tolhildana şehîd Zinar Amed li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek kirin.

Di encamê de 4 çete hatin kuştin û çekên çeteyan jî ketin destê hêzên rizgariyê.

13’ê Adarê dîsan ji bo tolhildana şehîd Zinar Amed hêzên rizgariyê li nêzî gundê Meryemîn yê navçeya Şera çalakiyek serdagirtinê li dijî çeteyên artêş a dagirker pêk anîn.

Di encamê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek û leşkerekî dewleta Tirk jî birîndar bûn.

Her wiha çekên çeteyan jî ketin destê hêzên rizgariyê.

Heman rojê hêzên rizgariyê di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yê navçeya Şêrawa de çalakiyek sabotajê li dijî seyareyek çeteyên dagirker li dar xistin.

Di çalakiyê de seyare hat derbkirin, çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

14’ê Adarê hêzên rizgariyê li çerxerêya Kawa ya li navenda bajarê Efrînê çalakiyek sabotajê li dijî çeteyên dagirker li dar xistin.

Di encamê de bi qasî ku hat zelalkirin çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê dazanîn ku di encama rêzeçalakiyên 4 rojên dawiyê de 10 çete hatine kuştin û 6 çete û leşkerên tirk jî birîndar bû.

Hêzên rizagariyê diyarkirin ku dewleta tirk a dagirker bê navber gund û navçeyên Efrîn û Şehba topbaran kir.

Back to top button