Meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser 2 qanûnên nû erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser 2 qanûnên tomarkirina erebe û eqdan erê kir. Her wiha madeyeke ji qanûna Erka Xweparastinê guhert û dengdayîn li ser erkdarkirina hevserokê Desteya Darayî jî pêk hat.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro rûniştina xwe sêyemîn a giştî ya 2020’an li dar xist.

Rûniştin li hola civînan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Reqayê pêk hat.

Di rûniştinê de Dr. Ehmed Yûsiv ji bo hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser û Stêr Murda jî weke endama Meclisa Giştî hat erkdarkirin.

Di rûniştinê de li ser pêşniyara Buroya Erka Xweparastinê ya rakirina navê dewleta Iraqê ji madeya 26’an a qanûna Erka Xweparastinê, dengdayîn çêbû û hat erêkirin.

Li gorî madeya 26’an divê tevahî niştecih û kesên pasportan welatên cuda bi wan re heyî ji bilî Tirkiyê û Iraqê salane 400 dolar ji dîroka derketina qanûnê de wek xerca paşdedana ji erkê bidin.

Di heman rûniştinê de reşnivîsa qanûna tomarkirina erebeyan li herêmên Rêveberiya Xweser hat xwendin û erêkirin.

Reşnivîsa qanûna tomarkirina erebeyan ji 14 made pêk tê.

Di van madeyan de, merc û xercên tomarkirina erebeyan li herêmên Rêveberiya Xweser hatine diyarkirin.

Endamên meclisê rûniştina xwe bi xwendina reşnivîsa sîstema eqdan ku tê de 92 made hene, temam kir.

Di reşnivîsê de bendên taybet ên eqdên kirîn, firotin, kirê û hwd ku di navbera her du aliyan de pêk tê, hatin diyarkirin.

Li ser vê reşnivîsê jî meclisê deng da û erê kir.

Back to top button