POLÎSÊN TIRK BI HINCETA “PROPAGANDA RÊXISTINÊ” KESÊN BIXWAZIN DIGIRIN

Binçavkirin û girtina sivîlan ji aliyê Hikumeta faşîst a AKP’ê ve her ku diçe zêdetir dibe.

Li Dîlok û Îzmîr û Wanê 18 kes bi hinceta li ser medya civakî “propaganda rêxistinê dikin” hatin girtin.

Her wiha li Hatayê qedexeya derketina deve 15 rojên din jî hat dirêjkirin.

Polîsan li Dîlokê bi îdîaya di salvegera damezirandina PKK’ê de hewldanên fitne û sorkirinê pêş xistine 9 kes binçav kirin.

Ji 9 kesên ku sewqî edliyê hatin kirin jê 8 kes bi bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin.

Li Wanê jî 6 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên di 24’ê mijdarê de di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Her wiha piştî operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê ya li Îzmîrê û pêde 4 kes hatin girtin.

Her wiha cendirmeyan bi ser taxa Ziyaretê ya Bêrecûkê de girtin, mûxtarek jî di nav de 7 kes binçavkirin.

Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin qereqola cendirmeyan a navçeyê.

LI SER SÎNORÊ HATAYÊ QEDEXE 15 ROJÊN DIN HAT DIRÊJKIRIN

Li aliyê din qedexeya derketina derve jî di van demên dawî de zêde bûye.

Walîtiya Hatayê jî li ser sînorê Sûriyê qedexeya derketina derve 15 rojên din jî dirêj kir.

Hêjayî gotinê ye ku zext û binpêkirinên hikumeta faşîst a AKP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re di van demên dawî de zêde bûne.

Leave a Reply

Back to top button