Komkujiya Helebçe 32 sal bûn, lê hîna jî Komkujî berdewam in

Îro 16 Adarê ye salvegera 32. a komkujiya Helebçeyê ye, di komkujiyê de 5 hezar kesan ku di nava wan de jin û zarok hebûn jiyana xwe ji dest da û bi zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn

Di 16’ê Adara 1988’an de Rejîma Baas yê Iraqê bi rêveberiya Berpirsê Ofîsa Rêxistina Bakur Elî Hesen Mecîd li dijî gelê Kurd dest bi kîmyabaranê kir.

Ji ber kîmyabarabê welatiyên bajêr jî koçî bajarên din ên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Her çiqas kîmyabarana Helebce bû sedema bertekên hundirîn û navneteweyî û ji bo rejîma Baas bû rûpelek reş , lê heta niha li ser asta navneteweyî weke komkujî û jenosîd nehatiye pejirandin.

32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn lê heta niha komkujiyên li dijî gelê Kurd berdewam dikin.

Back to top button