Her wê Helebçe zindî di bîra gelê Kurd de bimîne

Îro 32 sal di ser komkujiya Helebçeyê re derbas dibin.

16’ê dara 1988’an di dawiya şerê Iraq û Îranê de, artêşa Iraqê bi bombeyên kîmyewî êrîş bir ser bajarê Helebçe, di encam de bêhtirî 5500 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bû. Her weha piştî êrîşê, di nava salekê de bi hezarên birîndaran jiyana xwe ji dest da.

“Bombebaran ewqasî dijwar bû, me nedikarîbû em ji deriyekî derbasî deriyê din bibin. Ronahiyek diyar bibûya balafiran lêdixist. Çar balafir diçûn, çar balafirên din dihatin. Gel hawar dikir, her kesî bang li zarokên xwe dikir. Ew roj wek roja qiyametê bû, niha jî ji bo me hemû rojek mîna 16’ê Adarê ye.”

Ev gotinên yek ji birîndarên kîmyabarana Helebceyê ne.

Dema mirov li kîjan şêniyekî Helebceyê guhdar bike, mirov dibîne ku her yek ji wan xwediyê serpêhatiyeke trajedî ye.

Xedîce Ebdulrehman yek ji mexdurên kimyabarana li ser Helebçeyê ye, heya niha jî di bêhngirtin û standinê de zehmetiyê dikşîne û bi rêya oksijenê bêhndanê digre.

“Di dema kimyabaranê de Jêrzemîna xaniyê me hebû. Bi qasî 30-40 kesan me xwe di hindirê wê jêrzemînê de veşart.
Hevserê min li ser banê cîranek me li balafiran temaşe dikir. Me bawer nedikir ku wê kimyayê bi ser me de birijînin. 3 bombeyên kimyayê bi xaniyê me ketin. Xaniyê me rûxiya û em di jêrzemînê de asê man. Piştre hevserê min hat derî li me vekir, herî dawiyê ez û kurê xwe yê windabûyî ku heya niha jî winda ye, em ji jêrzemînê derketin.”

“Dema em ji jêrzemînê derketin derve yekser em vereşiyan. Em reviyan û me xwe avêt hindirê malek din. Em di wê malê de man heya dinya tarî bû. Piştî dinya tarî bû me berê xwe da Eneb. Hinekan ji me re got neçin Eneb li wê derê rewş hîn xirabtir e. Pitşre em di rê de zivirîn û ber bi Ebabeylê ve birêketin. Piştî em gihiştin kaniya Ebabeylê li wê derê ji malbata xwe qût bûn.”

Li vir serpêhateya wê bi dawî nebû..tevî wan bûyeran, kezeba wê jî şewitî..

Hevserê Xedîce û zarokek wê di dema kimyabaranê de jiyana xwe ji dest daye..

Du zarokên wê jî windabûne, heya niha jî çarenûsa yekî ji wan ne diyar e.

“Min du zarokên xwe wenda kir, yek ji wan navê wî Bêsaran bû, di destpêkê de hat gotin ku ew li nexweşxaneya Tehranê ye, lê heya niha me nedîtiye. Şirîn jî zaroka min a din bû, di wê demê de ji bo tedawiyê biribûn Swêdê. Piştî çend mehan me ew dît. Kurê min ê mezin bi navê Behcet bû, wê demê temenê wî 12 sal bû. Lê di temenê xwe yê 22 salî de ji ber birîna xwe ya giran li nexweşxaneya Tehranê jiyana xwe ji dest da. Hevserê min jî 8 roj piştî kimyabaranê li nexweşxaneyek Tehranê wefat kir. Min di xwest ez û her çar zarokên xwe miribana lê hevserê min sax maba”.

Çîroka dayika Xedîce yek ji hezarên çîrokên serpêhatiya vî bajarî ye.

Eger ev çîrokek be, wê çaxê asta zehmetiyên wan rojan tê naskirin..

Bi destê rejîma ba’sê 16 adara 1988’an zarokên bajarê Helebçe li ser bêhna sêvan ji xew hişyar bûn, lê ev hişyarî ji bo piraniya wan, hişyariya dawîn bû.

Di nava çend saetan de, Rejîma Sedam Husên 5 hezar niştecihên Helbece bi Kîmawî kuştin..

Îro 32 salan li pey xwe dihêle.

Ew Kurd in..Cîhan jî bi tevahî bêdeng bû û weke xwe jî ma..

Tenê ji bo Kurdan, rojeke xemgîn û bi keser e.

Back to top button