Hevserokê PYD’ê Enwer Mislim: Aloziya Sûrî zû bi zû çareser nabe

Bi rasthatina salvegera şerê Sûrî, ku duh derbasî sala xwe ya 9. bû, Hevserokê PYD’ê Enwer Mislim anî ziman ku li dirêjahiya van salan, hinek aliyên Sûrî ders ji vê yekê negirt.

Her wekî, derengxistina çareseriya aloziya welêt, bi gurbûna şerê li giştî Rojhilata Navîn ve, girêda.

Li gel hewldanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, Rêveberiya Xweser dixwaze bi rêya siyasî herêm û destkeftiyên xwe biparêze û bi hikumeta dewleta Sûrî re bo Sûriyayek ku hemû gel tê cihê xwe bigirin, bigihêje lihevkirinekê.

Di hevpeyvînekê de li gel Televîzyona el-Erebiyê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Mislim diyar kir ku “ji bo rewşa Sûrî, baş têkiliyên wan bi bi aliyên navdewletî re hene, ew jî li ser esasê derbaskirina hemû gelên Sûrî di ber çavan re.

Mislim behsa danûstandinên bi hikumeta dewleta Sûrî jî re kir û got:

“Em tevlî van danûstandinan dibin û divê hemû babetên welêt bi rêya beşdariya hemû gelên Sûrî pêk were.

Ji lew re, em ne bi bijarteyên leşkerî re ne û em bi rêya demokratîk bawer in, ku ew tekane rêya çareseriyê ye.

Lê li gorî Enwer Mislim, heya niha rejîma Sûrî baş nêzî van danûstandinan nabûye û tevî derbasbûna 9 salan jî hîna hinek aliyên Sûrî dûrî çareseriyê ne û ti tişt ji vî şerî negirtin.

Hevserokê PYD Enwer Mislim destnîşan kir ku hinek alî temenê aloziyê dirêj dikin û ji ber şerê li Rojhilata Navîn rû dide, xuya ye wê rewşa welat zû bi zû çareser nebe.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), yek ji partiyên sereke yên damezirîner ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Enwer Mislim jî, di 25ê Sibatê de weke hevserokê partiyê li gel Eyşe Hiso hat erkdarkirin.

Back to top button