Êrîşek li Nîceryayê pêk hat, 6 leşker kuştin

Li Nîcîryayê 6 leşker di kemîneke koma Boko Heram de, hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, duh li Nîcîryayê nêzî bajarê Bankî koma bi navê Boko Heram bi çekên giran êrîşî karwanekî leşkerî kir.

Di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Yekşema borî jî, baregeheke artêşa Nîcirê li gundê Ştîma Wango nêzî sînorê Nîcîryayê, êrîşî Boko Heram kiri bûn.

Back to top button