Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku Kurd tenê bi yekîtiyê dikarin pêşî li komkujiyan bigirin û destnîşan kir ku komkujiya weke Helebçe heta roja Îro li dijî kurdan tê meşandin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi boneya salvegera 32. a komkujiya Helebçe, daxuyaniyek weşand û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Meclîsa diyar kir ku ev komkujî li ber çavên hemû cîhanê pêk hat, lê cîhan li hember vê komkujiyê bêdeng ma.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê anî ziman ku di dîroka kurdan de bi sedan komkujî li dijî kurdan pêk hatine û heta niha komkujî berdewamin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ragihand ku armanca êrîşên li dijî kurdan ji serdema Osmaniya heya roja îro tinekirin û qirkirina gelê Kurd e.
Di dawî de, hemû şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn û sersaxî ji malbatên wan re hat xwestin .