HDP: Ji ber vîrûsê xeteriyeke mezin li ser penaberan heye

HDP’ê ji bo vîrûsa Corona metirsiya xwe anî ziman û ev yek weke xeteriyek mezin bi nav kir.

Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû derbarê xetereya vîrûsa Corona li ser penaberan daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxyaniyê de hat diyarkirin ku li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê penaber di bin xetereyeke mezin de ne, ji ber vê yekê divê Hikumet bi lez mudaxeleyên pêwist bike.

HDP’ê destnîşan kir ku eger hikumet bi tedbîrên pêwîst ranebe wê penaber bibin qurbanî û bang li hikumetê kir ku pêdiviyên bingehîn ên penaberan pêk bînin û tedbîran werbigire.

Back to top button