Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê alav û maşîneyên leşkerî ji yekîneyên xwe yên li derdora başûr û başûr rojavayê Terablusa paytext re şandin.
Li gorî berpirsê ragihandinê yê Operasyonên Ecdabiyayê, “Fermandariya Giştî ya Artêşê, ev yek ji bo pêşxistina operasyonên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şandiye.”
Di şerê li ser erdê jî de, parastina asmanî ya artêşê, rêze-êrîş li ser komên Wîfaq û çeteyên Tirkiyê li devera el-Qedahiya li bakur-rojhilatê Misratayê pêk anîn.
Her wekî artêşê îro vê sibê, hinek deverên wan li derdora paytextê û kombûyîneke çeteyên ji Sûriyê li Eyn Zarayê kirin armanc.
Di encamê de, embarên cebilxane û panzeran hatin wêrankirin.
Duh jî, berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî teqez kiribû ku dewleta Tirk stasyonên radar û moşekan li nêzî Misrata û Miêtîqayê ava kirine.