Salvegera 32. a Komkujiya Helebçeyê

Îro 32 sal di ser komkujiya Helebçeyê re derbas dibin. 16’ê Adara 1988’an di dawiya şerê Iraq û Îranê de, artêşa Iraqê bi bombeyên kîmyewî êrîş bir ser bajarê Helebçe. Di encamê de bêhtirî 5 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bû. Piştî êrîşê jî, di nava salekê de bi hezarê birîndaran jiyana xwe ji dest da. Ya sosret heta niha Netewyên Yekbûyî ev komkujî weke jenosîd û komkujî nepejirandiye. 

Di 16’ê Adara 1988’an de dengê balafirên şer esmanê Helebçe dagir kir. Rejîma Baas bi rêveberiya Berpirsê Ofîsa Rêxistina Bakur Elî Hesen Mecîd li dijî gelê Kurd dest bi kîmyabaranê kir.

Di encama kîmyabaranê de

5000 sivîlên Kurd jiyana xwe ji dest da û 10 hezar jî birîndar bûn.

Welatiyên bajêr, koçî bajarên din ên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Piraniya wan, piştî raperîna Başûrê Kurdistanê vegeriyan Helebçeyê.

Raya giştî ya cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebceyê û wêneyên ku li wir kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir.

Di wêneykî de kesekî bi navê Elî Hawar ku zarokekî xwe yê yekmehî yê hîn nav jî lê nehatibû kirin , bi awayekî hembêzkirî û devvekirî, jiyana xwe ji dest dabûn.

Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebceyê

Her çiqas kîmyabarana Helebçe bû sedema bertekên hundirîn, lê heta niha li ser asta navnetewî weke jenosîd nehatiye pejirandin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê salane qurbanên komkujiya Helebçeyê bi çalakiyên cuda tên bibîranîn.

Komkujiyên li dijî kurdan li vir bi dawî ne bûn.

Di sala 2018’an de dewleta Tirk û çeteyên xwe bajarê Efrînê dagir kir. Di encama êrişên dewleta Tirk ên bi top û balafiran de bi hezaran kes şehîd û birîndar bûn. Herwiha bi hezaran kes koçber bûn.

Herî dawî jî dewleta Tirk êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û dagir kirin. Di encama êrişên dagirkeriyê de bi sedan kes şehîd û birîndar bûn.

Li Başûrê Kurdistanê jî ji ber topbarana balafirên dewleta tirk bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan e.

Dîroka civaka navdewletî li hember komkujî û êrîşên li dijî kurdan, dîrokeke reş e.

Civaka navdewletî li hember her êrîşa li dijî kurdan helwestên şermok nîşan dide û ti caran bi berpirsyariyên xwe ranebûye.

Back to top button