Xelkê Helebçe êdî sozên vale naxwazin

Rêxistinên sivîl û Komeleya Qurbaniyên Helebce bang li hikumetê kirin daku bi awayek rast nêzî parêzgeha Helebceyê bibin.

Rêxistinan gotin,

Êdî xelkê Helebce sozên vale naxwazin.

Divê xizmetek baş û bi Helebceyê re danûstandinek di asta parêzgehê de were kirin.

 

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê, ti merasîmek taybet ji bo şehîdên kîmyabarana Helebceyê pêknehat.

Lê komek welatî li taxa kîmyabaranê, bi alîkariya rêxistinên civaka sivîl û komeleya Qurbaniyên Helebce çalakiyek lidarxistin.

Gelek kes bi cilên reş tevlî çalakiyê bûn û şehîdên Helebceyê bi bîranîn.

Endamê Desteya Bilind ya Komîteya Qurbaniyên Helebce Hoşmend Murad daxuyaniyek xwend.

Hoşmend Murad wiha gotin;

Emê ti carî bîranînên xwe ji bîr nekin.

Emê rê nedin ti aliyek jî hewl bide ku vê bîranînê paşguh bixe.

Helebce û qurbaniyên Helebce, projeyên stratejî, avakirina bajêr û xizmetguzariyê dixwaze.

Murad daxwaz ji hikumetê kir ku weke parêzgehekê li gel wan danustandin bikin û ev tişt anî ziman:

Helebce sozên vale naxwaze.

Helebce ne layiqê vê danûstandina niha li gel tê kirine.

Em dixwazin Helebce bikin parêzgehek rast.

Wek parêzgehek danûstandin li gel were kirin.

Endamê Desteya Bilind ya Komîteya Qurbaniyên Helebce Hoşmend Murad axaftinên xwe wiha bi dawî kir:

Divê mijara parêzgehbûna Helebce û tenzîmata niştecihan weke beşek girîng bê dest girtin û bi Bexdayê re were axaftin.

Herwiha mijara qurbaniyên Helebce, bibe xemek mezin ya hikumetê.

Divê êdî nekeve destê qederê û bi awayek rast danûstandin bi doza zarokên windayî yên Helebce re were kirin.

Back to top button