Rûsya: çeteyên li Idlibê bi binpêkirina agirestê tawanbar kir

Piştî binketina yekemîn dewriyeya hevbeşa ya Rûsî-Tirkî li Idlibê, Rûsya ragihand ku çeteyên li Idlibê agirbestê binpê dikin û êrîşên dijber pêk tînin.

Di çarçoveya salvegera 9. a aloziya Sûriyê de UNICEF teqez kir ku zêdetirî 2 milyon û 8 hezar ji zarokên Sûrî ji mafê xwendinê bêpar mane.

 

Li Idlibê her çiqasî hewldana pêkanîna agirbestekê tê kirin jî, lê tevlihevî û nakokiyên li ser erdê, van hewldanan vala derdixe.

Agribesta Putin-Erdogan ku 5’Adarê hatibû ragihand, bi hev-tawanbarkirina aliyên şer a binpêkirinê derbasî roja xwe ya 11’an dibe.

Piştî binketina yekemîn dewriyeya hevbeş a Rûsî-Tirkî li ser riya M4 a Idlibê ku duh encam da, Rûsya çeteyên dewleta Tirk bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir.

Rûsya: Çekdarên li Idlibê pîvan û îdyolojiya El-Qaîde kar tînin

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çeteyên nêzî Heyet Tehrîr El-Şam û Huras El-Dîn ku pîvanên îdyolojîk û şêwazên terorîst ên El-Qaîde bi kar tînin, xwe bi hêz dikin.

Wezaretê piştrast kir ku komên çete gelek sûd ji aramiyê girtin, xwe derman kirin, bi destekdayîna ji derve xwe bi çek kirin û niha jî êrişên dijber pêk tînin.

5’ê Adarê Rûsya û Tirkiyê agirbesta li Idlibê ragihandibû.

Lê ji destpêka agirbestê ve li Idlibê pevçûn û şer di navbera hêzên rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de heye.

Têkildarî şerê heyî û di çarçoveya salvegera 9. a aloziya Sûrî de rêxistina UNICEF ya zarokan ragihand ku zêdetirî 2 milyon û 8 hezar ji zarokên Sûrî ji mafê xwendinê bêpar mane.

UNICEF: Bêhtirî 2.8 milyon zarokên Sûrî ji xwendinê bêpar in

Rêxistinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi 100 hezaran zarokên Sûrî di rewşên zehmet re derbas dibin û zêdetirî 2 milyon û 8 hezar zarok nikarin biçin dibistanê.

Back to top button