Şêneyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD’ê Salar Mîrze oxir kir 

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Salar Mîrza oxir kir.

 

Şervanê QSD’ê Salar Mîrza bi nasnav Salar Erdal dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve ketin rê.

Li goristanê hevserokê Meclisa Malbatan Şehîdan Mihemed Xetîb axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

Bi saya fedekariyên şehîdan mîna şehîd Salar me ev destkeftî bidest xistin.

Her wiha ji fermandarên QSD’ê Umran Orkêş jî axivî û soz şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên ku ji bo wan şehîd bûne da.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re oxir kir.

 

Back to top button