Ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser gundê Um El-Kêf ê Til Temir, leşkerekî rejîmê û sivîlek birîndar bû

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di her firsendê de êrîşî herêmên bakur û rojhilatê sûrî dike. Di encama êrîşa çeteyên dewleta Tirk ya li ser gundên Um El-Kêf yê Til Temirê de, leşkerekî rejîma Sûrî û sivîlek birîndar bû.

Nêzî saet 6’an li gorî dema herêmê artêşa tirk û çeteyên wê careke din gundê Un El Kêf yê Til Temirê bi dijwarî topbaran kir.

Di êrîşê de leşkerekî rejîma Sûrî û sivîlek birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya bikaranîna mafên parastina rewa de bersiva êrişan dan û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin.

Çeteyên dewleta Tirk gundê Qizelî yê Girê Spî toparan kir

Li aliyekî din çeteyan gundê Qizelî yê Girê Spî jî topbaran kir.

Agahiyên der barê encamên topbaranê de heta niha bidest neketin.

Back to top button