HEVDÎTINA PARÊZERAN A CARA 768 HAT REDKIRIN

Parêzerên Rêber Ocalan, ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Lê Serdozgeriyê serlêdana parêzeran a 768’emîn jî red kir.

Parêzer Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêber Ocalan re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Lê dîsa weke her carê serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.

Heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 768 caran serî li serdozgeriyê dane, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin.

Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin.

Hemû serlêdanên parêzerean bi hincetên ‘Rewşa xirab a hewayê’ , ‘Koster xerabeye’, ‘Koster li tehmîrê ye’ û ‘Rewşa Awarte tên redkirin.

Leave a Reply

Back to top button