Amerîka û 3 welatên Ewropî banga rawestandina şer li rejîma Sûriyê kir

Amerîka û 3 welatên Ewropî banga rawestandina şer li rejîma Sûrî kir û tekez kirin ku bêyî çareseriya siyasî jinûve-avakirina Sûrîiyê ne pêkan e.

Amerîka, Birîtaniya, Fransa û Almanyayê bi daxuyaniyeke hevbeş ji Rûsya û rejîma Sûrî xwestin ku êrîşên xwe rawetînin.

Di daxuyaniya aliyên navborî de îşaret b encamên şerê ku ev 9 sal in li Sûriyê deqewime jî hat kirin û hat destnîşankirin ku ji ber şerê li Sûriyê derdora 500 hezar Sûrî hatine kuştin.

Têkildarî jinûve-avakirina Sûriyê jî, aliyan tekez kirin ku heta rejîm dest bi piroseseke siyasî neke, wê jinûve-avakriina Sûriyê ne pêkan be.

 

Back to top button