Artêşa niştimanî ya Lîbyayê: 4 çeteyên Wîfaqê li Başûrê Terablusê hatin kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li derdora Eyn Zare, Wadî El-Rebîi û balafirgeha Terablusê, çeteyên Tirkiye û hikumeta Wîfaq kirin armanc. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Artêşê, duh ev her 3 deverên li başûrê Terablusê hatin armanckirin.

Li aliyekî din, Artêşa Niştimanî êrîşeke çeteyan li derdora el-Remle nêzî balafirgeha Terablusê jî têk bir û 4 çete hatin kuştin û 2 erebeyên leşkerî hatin teqandin.

Piştî binpêkirina agirbesta navbera herdu aliyan, li gelek eniyan şer didome.

Back to top button