XEBATÊN DANÛSTANDINÊ BI EŞKEREKIRIN ENCAMNAMEYÊ BI DAWÎ BÛ

“Avakirin û Pêşketin”

Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li nvçeya Eyn Îsayê ya Kantona Girê Spî du rojan berdewam kir bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hat teqezkirin ku çareseriya siyasî rêya herî dirust e ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyê biparêze.

Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku bi pêşengtiya MSD’ê, di roja 28/29’ê Mijdarê li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî, bi silogana ”Avakirin û Pêşketin” hatibû lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.

Li ser vexwendina Meclisa Sûriyeya Demokratîk hejmarek hêzên opozisyona Sûriyê ya niştimanî ya Ilmanî û Demoktarîk, partî, kesayetên serbixwe û çalakvanên civaka sivîl amade bûn.

Mijarên ku di danûstandinê hatin nîqaşkirin:

-Di aloziya Sûriyê de pirsgirêka mirovahiyê.

-Şeklê hikumetê di pergala nenavendî û demokratîk de.

-Modêla Rêveberiya Xweser.

-Mijara aborî û şeklê wê ya herî guncev ji bo Sûriye pêşrojê.

-Destûra Sûriyê û rêgezên wê yên sereke.

-Doza jinê û rola wê di çareseriyê û aramiya Sûriyê de.

Û makenîzmeyên avakirina yekîtiya opozisyona demokratîk a Ilmanî.

Danûstandin bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê nivîskar û siyasetmendarê Sûriyê û endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî li Sûriyê Xiyas Neyîsê ve hate xwendin.

Encamnama danûstandinana Sûrî-Sûrî wiha ye:

-Çareseriya siyasî rêya herî dirust e ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyê di komîteya destûrî û xebatên siyasî mîsoger bike.

-Têkoşîna li dijî desthilatdariyê û hemû cûreyên tundiyê û girîngiya derxistina hêzên dagirker ji Sûriyê.

-Gelê Sûriyê xwedî îradeyeke serbixwe be û mafê wê ye ku ew çarenûsa xwe diyar bike.

-Bang li rêxistinên navdewletî û saziyên hiqûqî, di serî de Neteweyên Yekbûyî dikin ku erka xwe bi cih bîne û dawî li aloziya Sûriyê were.

-Her wiha avakirina komîteyeke şopandinê.

-Berdewama şerê li dijî terorê hat nîqaşkirin.

-Diyalogên cidî bi hemû aliyên Sûrî da ku encamên ber bi çav derkeve holê.

Leave a Reply

Back to top button