Zarokên koçber yên li kampa Waşokanî bicih bûne, li benda vegera cih û warê xwe ne.
Zarokên Serê kaniyê dibjin, em dixwazin çete ji bajarê me derkevin da ku em vegerin dibistan xwe û bi hevalên xwe re bilîzin.
Min bêriya lîstika bi hevalên xwe re kiriye.
Ez dixwazim vegerim mala xwe.
Dagirker divê zû ji xaka me derkevin.
Ev daxwaz û hêviyên zarokên koçberên Serê Kaniyê yên di kampa Xwaşokanî de ne.
Di hezar û 460 konên li kampa Waşokanî de 8 hezar û 535 koçber dijîn, ji wan 3 hezar û 520 zarok in.
Zarokê bi navê Can Hisên ê 9 salî ku tevî malbata xwe ji Serê kaniyê koçber bûye û li kampa Waşokanî ye, diyar kir ku kengî çete derketin ew ê vegerin dibistan û mala xwe.
Ji mexdûrên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk Bêrîtan û Cemîl Fexredîn xwişk û birayê hev in.
Bêrîtan û cemîl li ber konê xwe dilîzin û li benda vegera Serê Kaniyê ne.
Cemîl xwe nêzî kamerayê dike û dibêje, “Ez naxwazim li kampê bimînim, mala xwe dixwazim. Çi dibe bila bibe em ê vegerin Serê kaniyê.”
Bêrîtan jî dema çav li kamerayê dikeve nikare biaxive û tenê dikene.
Mey Ehmed Kiner 8 salî ye û mîna zarokên din ji ber hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li kampa Waşokanî bi cih bûye.
Em dixwazin vegerin mal û dibistana xwe û bi hevalên xwe re bilîzin.
Artêşa Azad derbasî gundê me bû, em koçberî kampa bûn. em dixwzin vegerin gundê xwe.