Li Iraqê baregeha besmaya ya Leşkerî, bi 2 Moşekan hat armanckirin

Di demekê de ku êrîşên li dijî baregehên leşkerî yên biyanî zêde dibin, duh dîsa li başûrê Bexdayê êrîşek li dijî baregeheke koalîsyona navdewletî pêk hat.

Şaneya ragihandina ewlekariyê ya artêşa Iraqî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku, şeva borî 2 moşek bi ser baregeha Besmayê de ketin.

Şaneyê ti agahî der barê ziyanan de bi bîr nexist.

Ev baregeh, 60 KM li başûrê Bexdayê ye, tê de endamin yekîneya Spanî ya di NATO’yê de û hêzên Koalîsyona Navdewletî bi cih dibin.

Di nava hefteya borî de, baregeha Tacî ya li Bexdayê, 2 caran hatibû armankirin û 2 leşkerên Amerîkî û yekî Brîtanî hatibûn kuştin.

Back to top button