PYD: Dagirkeriya Tirk bi dawî nebe, aloziya Sûrî jî çareser nabe

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo salvegera 3. a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek niviskî da û diyar kir ku heta dakirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûrî bi dawî nebe, aloziya Sûrî çareser nabe.

Sibe salvegera 3. a Dagirkirina Efrînê ye..

18’ê Adarê, dewleta Tirk Efrîn dagirker û dest bi dizî, talanî, kuştin û revandina sivîlan kir, her wiha siyaseta guhartina demografîk jî da meşandin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, berxwedana serdemê di qonaxa duyemîn de silav kir û dagîrkeriya dewleta Tirk ku ev e zêdeyî 2 salan didome, şermezar kir.

PYD’ê diyar kir ku pêşketina projeya demokratîk û aramiya wê, hişt ku Efrîn beriya êrîşên dewleta Tirk, bibe meqseda bêhtirî 450 hezar koçberên Sûrî.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana şêniyên Efrînê û got:

Berxwedana serdemê ya 58 rojan a şêniyên Efrînê li dijî hemû cureyên çekan ên ku dewleta Tirk bi kar dianîn, li tevahiya cîhanê deng veda.

PYD’ê bêdengiya cîhanê li hember kirinên dewleta Tirk ku heta roja îro li Efrîn û tevahiya herêmên degîrkirî dewam dikin, şermezar kir û teqez kir ku heta dagîrkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûrî bi dawî nebe, wê ti carî aloziya Sûrî jî çareser nebe.

PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de berxwedana Efrîniyên li kampên Şehba û berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê silav kir û teqez kir ku wê berxwedan, heta rizgarkirina Efrînê berdewam be.

Back to top button