Desteya Rêveberiya Herêmî û hawîrdorê ya Cizîrê: Xwe ji Vîrûsa Coronayê biparêzin, ji malên xwe dest pê bikin

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Umer ji bo xweparastina ji vîrûsa Koronayê bang li şêniyan kir û diyar kir ku ew ê dest bi hemleya zanekirin û agahdarkirina şêniyan bike. Her wiha got ku wê zabîte li nava sûkê bigere da ku şêniyan ji kombûnê hişyar bike û çavdêriya xwaringehan bike.

Ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji vegirtina vîrûsê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî tedbîrên pêwîst girtin û di 14`ê Adarê de şaneyek aloziyê ava kir.

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Umer diyar kir ku wan bi koordîneya Desteya Tenduristiyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî re hinek tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona girtine.

Bêrîvan Umer destnîşan kir ku wesayîtên veguhestina hundirîn hatine taloqkirin û hemleyên paqijiyê di nav bajêr de zêde kirine.

Bêrîvan ragihand ku wê pêngava zanekirina şêniyan were orgenîzekirin, zebîte wê di nava sûkê de bigire da ku şêniyan ji kombûnê hişyar bikin û çavdêriya xwaringehan bike.

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Umer bang li şêniyan kir ku xwe ji vîrûsê biparêzin, ji malên xwe destpê bikin, kom nebin, tenê di rewşên pêwîst de ji mal derkevin û zarokan di nav malê de zana bikin.

Tê payîn ku Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê demên çekirina çopê li tevahiya bajarên kantonê diyar bike.

Back to top button