Ji ber Corona Îran, 85000 girtî serbest berdan

Ji ber coronayê, Îranê 85 hezar girtî, ku di nav wan de girtiyên siyasî jî hene, bi awayekî demkî berdan.

Li gorî Reutersê, berdevkê dadmendiya Îranê Xulam Hisên Ismaîlî ragihand ku 50% ji van girtiyan xwedan tawanên ewlehî ne û ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê, wan rêkarên pêwîst girtine.

Piştî mirina 109 kesên din bi vîrûsê, giştî jimara qurbanên corona li gorî desthilatên Îranî bû 853 kes.

Ajansa Îrna li ser zimanê wezareta tenduristiyê ya Îranî, ragihand ku di nava 24 saetan de, hezar û 53 kes li welat bi vîrûsê ketine.

Back to top button