Serokkomarê Iraqê, Ednan El-Zerfî bi avakirina Hikumetê erkdar kir

Serokomarê Iraqî Berhem Salih, serokê kutleya Nesir Ednan El-Zerfî bi avakirina hikumetê erkdar kir.

Li gorî çavkaniyên Iraqî, piştî ku duh Salih ragihandina Zerfî weke serokwezîr bi paş xist, îro erkdarkirina wî xist meriyetê.

Ragihandina Iraqê diyar kir ku serokê Iraqî, îro sêşemê li Koşka Selam, civînek bi beşdariya serokê parlemanê Mihemed Helbûsî û bi amadebûna El-Zerfî, li dar xist.

Çavkaniyan eşkere kir ku paşxistina erkdarkirina fermî ya El-Zerfî, ji ber nerazîbûna kutleyên Dewlet El-Qanûn, Beder û El-Sadîqûn bû.

Ednan El-Zerfî sala 1966’an li Necefê ji dayik bûye, ji sala 1983’an ve endamê partiya El-Da’we El-Islamiye bû û piştre bibû waliyê Necefê.

Back to top button