Li Idlibê ji aliyê rejîm û çeteyên dewleta Tirk agirbest hat binpêkirin

Hemwextî agirbesta Putin-Erdogan, çeteyên dewleta Tirk deverên rejîma Sûrî li başûrê Idlibê kirin hedef.

Rejîmê jî li heman herêmên deverên çeteyên dewleta Tirk topbaran kir û piştgiryeke leşkerî şand Idlibê.

Li gundewarê Helebê jî dewleta Tirk piştgiryeke leşkerî şand herêmê û nuqteyeke xwe ava kir.

 

Rejîmê bajarokê Fitêrayê li başûrê Idlibê topbaran kir.

Tevî binketina agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê di saeteyên xwe yên destpêkê de, hîna jî bi awayekî fermî binketina vê agirbestê ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve nehatiye ragihand.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rejîma Sûrî bajarokê Fitêrayê li başûrê Idlibê topbaran kir.

Hemwextî wê rejîmê piştgiryeke leşkerî şande bejahiya Cebel El-Zawiyê li gundewarê Idlibê.

Çeteyên dewleta Tirk bajarokê Hezarîn ê Idlibê kir hedef.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk jî hêzên rejîmê yên li bejahiya bajarokê Hezarîn li başûrê Idlibê kirin hedef.

Dewleta Tirk jî şandina piştgiriya leşkerî bo Idlibê dewam dike û herî dawî, 50 maşîneyên din ên leşkerî di dergeha Kefer Losîn re derbasî bakurê Idlibê kir.

Tirkiyê 50 maşîneyên leşkerî şandin Idlibê û nuqteyek li Helebê ava kir

Bi vê yekê ji destpêka agirbesta navborî, dewleta Tirk derdora hezar û 90 maşîne û bi sedan leşker derbasî xaka Sûriyê kirine.

Li gundewarê Helebê jî, dewleta Tirk piştî ku 60 maşîneyên leşkerî li wir bi cih kirin, nuqteyek din li gundê Kefer Nûran ava kir.

Bi vê yekê hejmara nuqteyên dewleta Tirk li herêmên bi navê ”Kêmşer” gihaşte 41 nuqteyê.

Rûsya binpêkirina 5 caran piştrast kir.

Têkildarî binpêkirina agirbesta Putin-Erdogan jî Rûsya bi daxuyaniyekê binpêkirina 5 caran piştrast kir.

Wezareta Parastina Rûsyayê destnîşan kir ku li Helebê 4 û li Hemayê 1 binpêkirin pêk hatine.

Back to top button