Bîlançoya du salan ji kiryarên dewleta Tirk li Efrînê hat eşkerekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava du salan de dewleta Tirk li Efrînê zêdeyî 300 hezar kes dan koçberkirin.

Her wiha 553 kes hatin kuştin. 881 kes birîndar û 6200 sivîl jî hatin revandin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bîlançoya 2 salan ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, eşkere kir.

Rêxistinê ragihand ku di nava du salên derbasbûyî de, zêdeyî 300 hezar kes bi darê zorê koçber bûn û heta niha jî koçberkirina şêniyên resen dewam dike.

498 kes di encama topbarana dewleta Tirk de û 55 kes di bin êşkenceyê de bi giştî 553 kes hatin kuştin.

Jê 303 zarok û 213 jin bi giştî 680 kes di encama topbaran dewleta Tirk de birîndar bûn.

Her wiha 201 kes jî di encama teqandina mayînan de birîndar bûn.

Rêxistinê da zanîn ku di du salan de, zêdeyî 6200 sivîl hatin revandin û çarenûsa 3400 sivîlî ji wan jî ne diyare.

61 jin destdirêjî li wan hat kirin û 3 jinan jî xwe kuştin.

Rêxistinê diyar kir ku zêdeyî 200 hezar darên zeytûna hatin qutkirin û êzigên wan hatin frotin.

Her wiha 10 hezar dar jî hatin şewitandin.

Li gorî serjmariya Rêvebriya Şûnwaran a Efrînê..

Bêhtirî 28 deverên Şûnwaran, depoyek û 15 deverên olî hatine rûxnandin..

Goristan jî hatine xerakirin û yek jî veguherî bazara pez..

Li gorî daxuyaniyê çeteyên dewleta Tirk dest danî li ser malên bi hezaran şênî û piraniya wan kirin zindan û bargeh.

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de jî rêxistinê eşkere kir ku dewleta Tirk navên gundan û qadan diguherîne.

Rêxistinê guhertina navê çerexereya Kawa El-hedad bo Şaxê Zeytûnê wek mînak nîşan da.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk li ser hemû dibistan û saziyên herêmê ala Tirkî û wêneyên Erdogan danîn.

Di çarçoveya siyaseta Tirkkirina herêmê de dewleta Tirk nasnameyên Tirkî dide şêniyan û zimanê Tirkî li ser wan ferzdike.

Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk dest datînin li ser berhemên zeytûnan û ji bo sûkên Tirkiyê dişînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê dawiyê bang li Rêxistina Mafên Mirovan kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin û bêdeng nemînin.

Back to top button