TÊKOŞER ŞÎLAN KOBANÊ Û HEVALÊN WÊ HATE BIBÎRANÎN

Bi boneya salvegera 14’emîn a şehadeta Rêvebera PYD’ê Meysa Baqî bi nasnav Şîlan Kobanê û hevalên wê Zekeriya, Fûat, Cemîl û Ciwan li kantona Qamişlo merasîm û civîn hatin lidarxistin.

Bi boneya salvegera 14’emîn a şehadeta Rêvebera PYD’ê Meysa Baqî bi nasnav Şîlan Kobanê û hevalên wê Zekeriya, Fûat, Cemîl û Ciwan ku di 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê şehîd bûbûn li kantona Qamişlo merasîm û civîn hatin lidarxistin.

Girkê Legê

Li bajarê Girkê Legê Merasîma biranînê ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan hate lidarxistin.

Di merasîman de gelek kes axivîn.

Kesên axivîne têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dan.

Dêrik

Li bajarê Dêrikê jî Navenda PYD’ê û Kongra Star bi heman armancê merasîmek li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê li dar xist.

Di merasîmê de endamê Koordînasyona PYD’ê Mihemed Seîd şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got:

“Şehîd Şîlan û hevalên wê ji damezirînerên partiyê ne û roleke pêşeng di rêxistinkirina gel de lîstin.”

QAMIŞLO

Li aliyekî din li bajarê Qamişlo li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo jî şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê bi civînekê hatin bi bîranîn

Bi sedan şêniyên bajêr û nûnerên PYD’ê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de senevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Şîlan û hevalên wê hate pêşandand.

Her wiha gelek axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya têkoşeran hate dayîn.

Di dawiyê de Ferhadê Merdê helbest xwendin.

Leave a Reply

Back to top button