Li Çînê bîlançoya vîrûsa Corona kêm dibe, li cîhanê jî zêde dibe

Li Kurdistan û welatên cîhan jî ji bo pêşîgirtina vîrûsê her kes di nava tevgerê de ye.

Li başûrê Kurdistanê tevger bi carekê re rawestiyaye.

Îrana ku li pêşberî vîrûsê bêçare maye, 85 hezar girtî ji bo demkî berda.

Piştî ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, Ewropa weke navenda nû ya vîrûsê destnîşan kir, jimara miriyan roj bi rojê zêde dibe.

 

Çîna a ku vîrûs jê derketî û belavî cihanê bûye, bi tedbîrên girtî hêviyên xweş dide avakirin.

Di 24 saetên dawiyê de vîrûs derbasî 21 kesî din bû û 13 jî mirine.

Li eyaleta Hubei û bajarê Wuhan ku herî zêde vîrûsê bandora xwe lê kiribû heta niha 3 hezar û 226 mirin û nêzî 81 hezar jî vîrûs debasî wan bûye.

Vîrûsa ku gihiştiye beşên kurdistanê jî rêveberiya herêman ji xistiye nava tevgerê.

 

Li Başûrê Kurdistanê ji ber vîrûsê tevger rawestiya 

Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê mîna Hewlêr û Silêmaniyê li Germiyanê jî ji bo 72 saetan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Niha ji derveyî firne û dikanên fêkî her der girtine.

 

Li Iraqê 133 kes bi vîrûsê ketine

Wezareta Tenduristiya Iraqê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.

Wezaretê da zanîn ku 6 kes li Bexda, Dîwaniye û Necefê bi vîrûsê ketine.

Heta niha ji 133 kesên ku bi vîrûsê ketine 10 kes mirine.

 

Li Îranê jimara miryan gihişt 988’an

Îran ji ber rewşa vîrûsê nav hev ketiye.

Di nava rojekê de 135 kesên din jî ji ber vîrûsê mirin.

Heta niha 988 kes ji ber vîrûsê mirine.

Ajansa Îrna li ser zimanê wezareta tenduristiyê ya Îranî, ragihand ku di nava 24 saetan de, hezar û 53 kes li welat bi vîrûsê ketine.

Ji ber Coronayê, Îranê 85 hezar girtî, ku di nav wan de girtiyên siyasî jî hene, bi awayekî demkî berdan.

 

Îranê 85 hezar girtî serbest berdan 

Her wiha komên Şii yên Îranê jî ji ber ev demeke hine cihên pîroz hatibûn girtin, bertek nîşandan û berê xwe dan van navendan.

Li tirkiya ku heta niha kes ji ber vîrûsê ne miriye ji bo pêşîgirtina vîrûsê hemu cihên kombûnên giştî qedexekiriye.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca ragihand ku heta niha vîrûs di 47 kesan de hatiye dîtin.

 

îtalya ji ber vîrûsê bêçare maye

Welatê Ewropa yê ku herî zêde ji vîrûsê bêzar bûye Îtalya ye.

Li Îtalya di nava rojekê de 368 kesên din mirin û ji mara giştî ya miriyan gihişt 2 hezar û 158’an.

Her wiha vîrûs derbasî 28 hezar kesî bûye.

Rêveberiya Çînê ji bo alîkariya bi Îtalya re komek xebatkarên tenduristiyê şand bajarê Mîlano yê welêt.

Li Fransa, Spanya û Almanyayê jî rewşa awerte heye.

Li bakurê Amarîka, Kanadayê jî rewş hemane.

Tevî rewşên heyî, careke dikin ji ber mijara Vîrûsa Corona di navbera Serokê DYA Donald Trump û Rêveberiya Çînê de alozî derket.

Li seranserê Cîhanê heta niha vîrûs derbasî 185 hezar kesî bûye, ji van 7 hezar û 330 kes mirine û nêzî 80 hezar kes jî rehet bûne.

Back to top button