Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber êrişekê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê terorîstekî DAIŞ’ê ku hewl dida êrişekê pêk bîne, girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku îro danê sibê Hêzên wan li nêzî çarxerêya Etal a bajarokê Zubyan ê Rojhilatê Dêrazorê terorîstekî şaneyên DAIŞ‘ê girt.

Navenda Ragihandinê got ku di lêpirsînê de terorîst li xwe mukur hat ku plana teqandina motorseklêteke bombebarkirî li bajarokê dikirin.

Navendê anî ziman ku li gorî rêveberê dezgeha ewlekariyê ya giştî di dema girtinê de terorîstekî din ku pêre bû reviya.

Back to top button