PIŞTEVANIYA JI BO ÇALAKIYA LEYLA GUVEN ZÊDE DIBE

Her roj piştevaniya ji bo çalakiya Leyla Guven zêde dibe.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn çalakiya Leyla Guven ya ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêber Ocalan silav kir û got:

Li Bakurê Kurdistanê wê çalakiyên greva birçîbûnê li dar bikevin heya daxwazin Guven ya ji bo rekirina tecrîdê pêk werin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan da destpêkirin di roja 24’an de didome.

Ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê li Amed, Edene, Riha, Wan û Colemêrgê parlementerên HDP’ê jî di nav de bi dehan siyasetmedar ji bo 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.

Her wiha ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê li girtîgehan girtiyên siyasî jî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirine.

Di vê çarçoveyê de parlementerên HDP’ê jî di nav de wê bi dehan siyasetmedar

Di 2-3-4’ê Kanûnê de li Enqere, Stenbol û Mêrsînê

û wê

Di 7-8-9’ê Kanûnê de jî li Mûş, Şirnex û Mêrdînê ji bo 3 rojan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê bikin.

Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got:

Daxwazên Guvenê daxwazên wan in jî:

Di şexsê Ocalan de gelê kurd û hemû gel tên tecrîdkirin.

Tecrîdkirina Ocalan veguheriye tecrîdeke mutleq:

Fîlîz çalakiya 2012’an jî bibîrxist û wiha anî ziman:

Çalakiyên niha dişibin çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2012’an de li girtîgehan hat destpêkirin.

Ev çalakiyên ku tên lidarxistin nîşan dide ku dewlet çi qas asê bûye.

Gel tecrîdkirina Ocalan piştguh nake.

Lê gel li dijî vê tecrîdê bi hêrs e.

Leave a Reply

Back to top button