Salvegera 2. a dagirkirina Efrînê li dijî Şêniyên Efrînê, topbaran û binpêkirin didomin

Îro salvegera 2. a dagirkirina Efrînê ye. artêşa Tirk di dirêjahiya du salan de hemû kirinên der mirovî û bê exlaqî kirin ji talankirin, dizîn, guhertina demografî, topbaran li dijî şêniyên Efrînê yên li Şehba dimînin û hwe.

20’ê Çileya 2018’an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi çekên qedexekirî û 74 balafiran êrişî kantona Efrînê kirin.

Ev êrîş bi erêkirina Rûsya û bi vekirina qada hewayî despt pê kir, hemû hêzên navneteweyî li dijî dagirkeriyê û sûçên mirovî bê deng man.

Li dijî êrîşên Tirkiyê, şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan, di van rojan de 498 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 690 din birîndar bûn.

Her wiha zêdetirî 250 hezar sivîl ji warên xwe koçber bûn.

Piştî dagirkirina Efrînê, artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî sivîlan dewamkir.

Li gorî serjimariya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di nava du salan de li Efrînê 618 sivîl hatin kuştin û 6 hezara û 398 sivîl jî hatin revandin.

Back to top button